Li Kerkûkê jî roja ala Kurdistanê hat pîrozkirin

Li tevahiya bajar û bajarokên Kurdistanê merasîmên cuda ji bo bilindkirina ala Kurdistanê tên birêvebirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Girteye vîdyoyek li ser torên civakî hatiye belavkirin, ku li xwendingeheke bajarê Kerkûkê merasîma pîrozkirin û bilindkirina ala Kurdistanê birêve diçe û ala Kurdistanê tê bilindkirin.

Ev yek di demekê de ye, piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve, Kurd nema karin bi azadî roj û helkeftên netewî vejînin.

Hevdem li tevahiya bajar û bajarokên Kurdistanê merasîmên cuda ji bo bilindkirina ala Kurdistanê tên birêvebirin.