Li Kobanê baregeha Partiya “Wihdê” rastî êrîşekê hat

Li Kobanê baregeha Partiya Yekîtî ya Demokratî ya Kurd li Sûriyê “Wihdê” rastî êrîşekê hat, ala Kurdistanê ji wê baregehê hate daxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Kobanê baregeha Partiya Yekîtî ya Demokratî ya Kurd li Sûriyê “Wihdê” rastî êrîşekê hat, ala Kurdistanê ji wê baregehê hate daxistin.

Partiya “Wihdê” di daxuyaniyekê de da zanîn ku, duh baregeha wê partiyê ya li Kobanê rastî êrîşekê hat, ku ala Kurdistanê ji ser wê baregehê hate daxistin û qarmeya wê jî hate reşkirin.

Partiya “Wihdê” ew kar şermexzar kir û bi karekî ne exlaqî û ne berpirsayetî binav kir û berpirsayetiya parastina wê baregehê xiste stûyê Rêveberiya Xweser.

Partiya “Wihdê” ku ji bo vekirina nivîsgeh û baregehên xwe muhlet ji Rêveberiya Xweser werdigire, ev cara yekem e ku baregeheke wê partiya rastî êrîşeke wiha tê.