Amerîka navê YPGê guhart, bo hevkariya wê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarekî pilebilind ê Amerîka aşkere dike, bi zorê navê YPGê bi HSDê guhartin, bo bikarin çek û teqemeniyê jê re dabîn bikin û Tirkiyê jî nexeyidînin.

Derbarê nakokiyên Amerîka û Tirkiyê yên biçekrina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ku Tirkiye wê wek baskê PKKê binav dike, Fermandarê Hêzên Taybet yên Artêşa Amerîka General Raymond Thomas dibêje, Amerîka YPG neçar kir ku navê xwe biguhêre û bike Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)

Wî generalê Amerîkî di Lûtkeya Aspin ya ewlehiyê de ya ku li wîlayeta Colorado ya Amerîk bi rê ve diçe, aşkere kir jî, ku armanca wan ji guhartina nave YPGê jî ew e, ku karibin çek û teqemaniyan ji wan re dabîn bikin û Tirkiyê jî di pirsa biçekirina wê de nexeyidînin.

General Raymond Thomas aşkere kir jî, ku roleke berçav ya Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk di guhartina navê YPG de hebû.

Ji ber biçekirina YPGê ji aliyê Amerîka ve, pêwendiyên di navbera Tirkiye û Amerîka de rastî girjiyekê bûn. Amerîka jî tekez dike ku çekê YPGê bo şerê çekdarên DAIŞê ye û berve Tirkiyê nabin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji hevpeymaniya hêzên Kurdî, Erebî, Siryanî, Tirkmenî û Ermenî pêk tê, di 11 Cotmeha 2015an de hate ragihandin.

HSD operasyona bi navê "Hêrsa Feratê" ya rizgarkirina derdora Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihand. Roja 7 Hezîranê borî jî dest bi operasyona rizgarkirina navenda bajarê Reqayê kir. Niha jî zêdetirî ji sedî 35 ji bajêr kontrol kiriye.