Kurdistan HDPê mewlûd lidar xist

HDPê mewlûd lidar xist

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê di çarçoveya çalakiyên Qendîla Mîraçê û hefeteya jidayîkbûyîna Hz. Mihemed de mewlûdekî lidar xist.

Mewlûda ku bi beşdariya Parlamenterên HDP’ê, endam û rêvebîrên HDP’ê, Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Kongreya Îslama Demoratîk (DÎK) birêveçû de hat diyare kirin ku Hz. Mihemed di Hadîseke xwe de jî ragihandiye ku ew ji bo temam kirina ehlaqê qenc hatiye û divê her mirovekî hewla ku xwe bigihîne heqîqatê bide.

Di Mewlûdê de, Parlamenterê HDP’ê û Miftiyê Berê yê Diyarbekirê Nîmetilah Erdogmûş bale kişand ku baweriya îslamê ji bo 2 hişmendî û bereyan wek sermiyan e. Yek ji wan hişmendî û eniya ew e ku dixwaze xwe bigihîne heqîqatê û Hz Mihemed û Kur-anê jixwe re wek rêber dibine û hewla gihîştina rastî û heqîqatê dide. Enî û hişmendiya din jî ew e ku baweriya îslamê ji bo desthilatdarî û berjewendiyên xwe berovajî dike, ku di Kur-anê de wek yên heqîqatê vedişêrin tên pênasekirin.

Erdogmûş, diyar kir ku, Misilmanekî divê li gor bawerî û fikra mirovan, wan jihev cuda negre û bi ehlaqekî baş nêzîkayî bi wan re deyne û da zanîn jî baweriya îslamê baweriya hegemonya û pêkutiyê nîn e.