Ebdilreman Apo serbest hat berdan

Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûrya Ebdilrehman Apo piştî girtina salek û 4 mehan ji zîndanên Rêveberiya Xweser li Qamişlo hat azadkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûrya Ebdilrehman Apo piştî girtina salek û 4 mehan ji zîndanên Rêveberiya Xweser li Qamişlo hat azadkirin.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê ku roja 12ê Tîrmeha 2017an li Efrînê ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû zîndankirin, îro û piştî salek û 4 mehan li Qamişlo hat azadkirin.

Biryar e jî Îro êvarî serkirdeyê PDK-Sê, Ebdilrehman Apo berşdarî bultena K24ê ya demjimêr 7ê êvarî bi dema Hewlêrê bibe.