Amerîka: Em HSDê piştguh nakin

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Jim Mattis ragihand, berjewendiyên Tirkiyê diparêzin, lê HSDê jî piştguh nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Jim Mattis ragihand, berjewendiyên Tirkiyê diparêzin, lê HSDê jî piştguh nakin.

Jim Mattis berî çûna civîna wezîrên berevaniyê yên welatên NATOyê li Brukselê, bersiva pirsen rojnamegeran da û ragihand, Amerîka û Tirkiyê ji bo parastina ewlehiya Tirkiyê kar dikin, ji ber ku hevpeymana wan a NATOyê ye.

Mattis got, Tirkiye bereya pêşî ya hevpeymaniya NATOyê ye. Beşar Esed, Îran û Rûsyayê karesat bi serê Sûriyan de anîn, divê em jî berjewendiyên Tirkiyê biparêzin.

Derbarê rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya li ser Minbicê dê bandorê li operasyonên HSDê bike, Mattis got, HSD rêxistina tekane ye ku DAIŞ têk biriye û şerên dijwar kiriye. Em HSDê piştguh nakin, ji ber ku HSD jib o rawestandina DAIŞê gelekî girîng e û hîna DAIŞ bi temamî bidawî nebûye.

Li ser pirsa dê çawa Amerîka bikare di heman demê de bi Tirkiye û bi HSD re hevkariya bike,  Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê got: “Ev dozeke gelekî tevlîhev û aloz e. Qada herî tevlihev a şer e ku min dîtiye.”

Roja 4ê vê mehê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li Washingtonê civiyabûn, piştî civînê hat ragihandin ku her du aliyan derbarê Minbicê de li ser nexşerêyekê lihev kirin.

 

 

S. B