Parlemantoya Iraqê serokekî xwe hilbijart
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro parlemantoya Iraqê civiya û endamê Hevpeymaniya Binyat a Nûrî Malîkî, Mihemed Helbosî wek Serokê Parlemantoya Iraqê hat hilbijartin.
Îro parlemantoya Iraqê bo hilbijartina Desteya Serokatiya Parlemantoyê ku ji Serokê Parlemantoyê û du cîgirên wî pêk tê civiya.
Serokatiya Parlemanto ku ji para Suneyan e, 9 kes berbijar bûn lê paşê 4 kesan xwe vekişandin û piştre endamê Hevpeymaniya Binyad Mihemed Helbosî bi 167 dengan wek Serokê Parlemantoya Iraqê hat hilbijartin.
Îro 251 parlemanter beşdarî civînê bûn û tê çaverêkirin ku piştî hilbijartina Serokê Parlemantoyê cîgerekî wî yê û yekî din yê Şîe bên hilbijartin.
S. B