Qedexeya derketina derve li 27 gundên Bedlîsê hat ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Bedlîsê li Bakurê Kurdistanê got: “Li hin gund û taxên bajarokê Guroymak û Mutkî li navenda parêzgeha Bedlîsê, ji bo parastina serûmalên welatiyan, ji îro pêve heya demeke nediyar qedexeya derketina derve hat ragehandin.”
Di daxuyaniyekê de parêzgariya Bedlîsê diyar kir, ku armanc ji qedexekirina derketinê, encamdana operasyonekê ye li dijî gerîlayên PKKê li wê navçeyê.