Hikûmet destkariyê di paşkefta mûçeyê de dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Wezareta Darayî û Aborî dike, li gor dahata xişteya nû mûçeyê amade bike, heta mûçe li gor sîstema nû werin parvekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Wezareta Darayî û Aborî dike, li gor dahata xişteya nû mûçeyê amade bike, heta mûçe li gor sîstema nû werin parvekirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Em têdigihin giraniya rewşa mûçexurên Kurdistanê û spasiya xweragirî û helwest wan dikin. Ligel giraniya rewşê di yasaya budceya Iraqê de zor li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û pereyên Herêma Kurdistanê hatine kêmkirin, lê di encama guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pişkê pereyan her çiqas hatibe kêmkirin jî, gihîştiye Herêma Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de hat jî, “Berî Newrozê biryar hatibû dan ku civîneke taybet li ser mûçe were encamdan û îro jî bi Encûmena Wezîran re li ser wê pirsê civiya û diyar kir ku heger Bexda berdewam be li ser şandina 317 milyaran her mehê, her çiqas kêm e, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel dahatiya petrola navxweyî dê destkariya paşkefta mûçe bike bi awayekî ku ligel berjewendiya mûçexuran bigunce.”

Herwiha Wezareta Darayî û Aboriyê hat raspartin ku di rojên bê de bê xişteya nû ya mûçe were amadekirin, heta di civîna vê hefteyê ya Encûmena Wezîran de biryara dawî li ser were dan û mûçeyan li gor xişteya nû were parvekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rojên bê de dê tevahiya dahatên navxweyî, petrol û pereyên ku ji Bexdayê hatine û ligel alîkariyên Amerîka ji bo Pêşmerge û awayê xerckirina wê aşkere bike.”

 

S. B