Medyayên Amerîkî: Washington xizmeta siyaseta Îranê dike

Siyasetmedar û rewşenbîrên Amerîkî bêdengiya welatê xwe li hember bûyeran û piştevanîkirina hêzên Iraqî û Heşda Şeibî bo êrîşkirina li ser hêza Pêşmerge û dagîrkirina bajarê Kerkûkê, bi xizmeta siyaseta Îranê li Iraqî bi nav dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetmedar û rewşenbîrên Amerîkî bêdengiya welatê xwe li hember bûyeran û piştevanîkirina hêzên Iraqî û Heşda Şeibî bo êrîşkirina li ser hêza Pêşmerge û dagîrkirina bajarê Kerkûkê, bi xizmeta siyaseta Îranê li Iraqî bi nav dikin. Herwiha nîgeraniya xwe ji bikaranîna çekê Amerîkî li dijî Herêma Kurdistanê derbirîn.

Rojnameya New York Times a Amerîkî di raportekê de rexne li siyasetên Amerîka li henber Amerîka girt û amaje bi wê kir, artêşa Iraqê bi piştgîrî û bi çekên Amerîkî êrîşî hêzên Kurdî kirin, ew hêzên ku berî demekê di şerê rûbirûbûna DAIŞê de, piştevanê Amerîka bûn.

Birêvebirê berê yê jinavbirina terorê di Encûmena Asayişa Netewî ya Amerîka de Joshua Geltzer ji rojnamevanan re ragihand, di demekê de ku Serokê Amerîka Donald Trump vekişandinê ji rêkeftina atomî dike û Îranê bi piştevanê terorê binav dike, piştevaniya êrîşa Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li ser Kerkûkê maye cihê henekan.

Ji aliyê din ve, çavdêra bilind di “Grûpa Iraqê, krîza Navdewletî” Maria Fantappie ji New Yort Times re ragihand, armanca Îranê ji şandina mîlîşyayên Şîe ji bo navçeyên ku pirsgirêk li ser in, diruskirina aloziyan e di navmala Kurdî de û spandina desthilatên Şîe li ser hikûmeta Iraqê ye.

Herwiha New York Times nivîsiye, Fermandarê Feyleqa Qudis a Îranê Qasim Suleymanî li Iraqê ye û Heşda Şeibî û hêzên Iraqî jî bi piştevaniya baskekê ji nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê karîne bê berevaniyekê Kerkûkê dagîr bikin.

Berê Sînatorê Amerîkî yê Komarî John McCain rexne li êrîşa Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li ser Kurkûkê girtibû û tekez kiribû, hêzên Iraqî ji bo şerê DAIŞê perwerde kiribûn, ne ku êrîşî ser hêza Pêmerge bikin.