Erdogan: Îsraîl terorist e
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Stenbolê îro lûtkeya bilez a Rêxistina Hevkariya Îslamî derbarê Orşelîmê (Qudis) bi amadebûna 16 serok û nûnerên welatên endam dest pê kir.
Piştî ku di hefteya bûrî de Serokê Amerîka Donald Trump Orşelîm wekî paytexta Îsraîlê nasandibû û daxwaz ji Wezareta Derve kir Balyozxaneya Amerîka ji Tilevîvê veguhêze Orşelîmê, nerazîbûna gelek welatên îslamî li pişt xwe anî û gelek xwepêşandan hatin encamdan.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di destpêka lûtkeyê de gotarek pêşkêş kir û got: “Biryara Trump xelatkirina Îsraîlê ye li hember karên wê yên teroristî û Qudis ji mislimanan re hêla sor e.”
Herwiha Erdogan Îsraîl tometbar kir, ku karên teroristî dike û ragihand jî, Îsraîl xwedî dezgeh û sîstemeke teroristî ye û zarokên temen deh salî li Filestînê dike armanc.
Berî destpêkirina lûtkeya awarte, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu di civîna wezîrên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de got: “Pêwîst e hemû welatên rêxistinê li dewleta Filestînê mukir bên û em hemû ji bo wê armacê têbikoşin.”