YPGê malbatên DAIŞê yên Çeçenî radestî Çeçenyayê kirin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rêvebiriya Xweser hejmarek ji malbatên Çeçenî yên ku tevlî DAIŞê bûbûn radestî hikûmeta Rûsya û Çeçenyayê kirin. Ev malbat li Reqayê bûn û bi îmzekirina herdu aliyan ji bo Rûsyayê hatin veguhestin.

K24 - Qamişlo

Berdevkê YPG Nûrî mehmûd got: “Malbatên li cem ji 13 jin û 29 zarokan pêk tên. Tenduristiya wan baş e û emê wan bi awayekî fermî radestî hikûmeta Rûsyayê bikin.”

Serokê Desteya Derve ya Rêvebiriya Xweser Ebdilkerîm Omer ji K24ê re got: “Yekrêziyek di navbera me û hikûmeta Rûsyayê de heye. Di çarçova rûbirûna terorê de, di pêşerojê de ji bo radestkirina çekdarên DAIŞê ên ji welatên Erebî û Ewropa de yekrêzî di navbera Rêveberiya Xweser û wan welatan de çê bibe. berî demekê jî hinek Endinosî jî hebû, me radestî Endinosyayê kirin.