Tirkiye ragihand: Operasyona Efrînê destpêkir!

Sererkaniya Tirkiye bi daxûyaniyekê ragihand ku “Îro demjimêr 17:00an Operasyona Efrînê bi nave “Operasyona Şaxa Zeytûnê” destpêkir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Tirkiye bi daxûyaniyekê ragihand ku “Îro demjimêr 17:00an Operasyona Efrînê bi nave “Operasyona Şaxa Zeytûnê” destpêkir.

Hevdem bi ragihandina Sererkaniyê belafirên cengî yên Tirkiyê, wekî tê gûmankirin bi erêkirina firînê ji alî Rûsya, êrîş birin ser deverên Efrînê.

Ligor çavkaniyên herêmî dengên teqînan li Efrînê hatine bihîstin. Firîna belafirên cengî liser esmanên Efrînê berdewam e.

Sererkaniya Tirkiye dide xûyakirin ku, belafirên wan bînkeyên YPG dikin armanc.

Di weşana zindî ya nûçeyî ya Kurdistan24 de, firînên û êrîşên belafirên cengî yên Tirkiyê hate weşandin.