Li Bakur xebaten partiyen Kurdistani ji bo Referandûme dom dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê PDK-Tirkiye, xebatên xwe yên li ser li ser hişmendiya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dewam dike. Cîgirê Serokê giştî yê PDK-Tirkiyeyê Hesen Ertaş da zanîn ku armanca wan a sereke, biserketina referandûmê ye ji ber vê yekê jî ew ê çalakiyên xwe dernexin derveyî çarçoveya Rewşa Awarte ya Tirkiyeyê da ku di navbera Kurdistanê û Tirkiyeyê de nebin sedema aloziyan.

Hesen ERTAŞ-Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-Tirkiyeyê destnîşan kir:

"Di şertên Rewşa Awarte de em naxwazin çalakiyên ku Tirkiye û Kurdistanê rûqalî hev bike û dijberiyê çêbike, bikin. Wekî din, çi ji destên me tê, di warê medyayê de di warê şevan de di warê şahiyan de biryarên me yên çalakiyên wiha hene."

Ji bo ku li bajar û navçeyên bakûr xebatên hişmendiya netewebûyînê û sedema daxwaza Serxwebûna Kurdistanê li nav gel were belavkirin, çarçoveya xebatan roj bi roj zêdetir dibe. Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-Tirkiyeyê Şerefxan Cizîrî jî dide zanîn ku ew ê di vê pêvajoyê de zêdetir hewil bidin ku bi navbeynkariya medyayê dengê bakûr ê xwedîderketina li referandûmê ragihînin.

Şerefxan Cizîrî-Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-Tirkiyeyê, da zanîn:

"Çalakiyên me bêhtir di hêwanên girtî de çêdibin. Em ê bi rêya çapemeniyê dengê xwe ragihînin, hevalên me dê wekî delegasyon biçin Kurdistanê û wekî din jî dê xebatên me yên moralî û şahiyê çêbibin. Dilê me bi Gelê Kurdistanê re ye, dilê wan jî bi me re ye, em bi vî çavî li referandûmê dinihêrin."

Rêveberiya PDK-Tirkiyeyê da zanîn ku  ji bo hişmendiya netewebûyînê zêdetir belav bibe, ew ê li Diyarbekirê giraniyê bidin panel, civîn û şahiyan. Li gorî nirxandinên nûnerên dam û dezgehên siyasî û civakî jî; piraniya xelkê bakûr bendewarê serkeftina referandûmê ye lewra hêviya xelkê ew e ku Serxwebûna Kurdistanê bibe sedema guftûgoyên polîtîk û ev yek jî bibe sedema aştî û aramiya li bajarên bakûr.