Malbatek ji bajarê Amûdê bi zimanê çûkan diaxive

Mezinên wê malbatê didin xuyakirin, ku ji bêtirî 70 salî ve, ew ziman li nav gundên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê belav bûye û hin malbatên Ereb jî fêrî wî zimanî bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Malbateke Kurd li gundewarê Bajarê Amûdê bi zimanekî cuda, ku jê re dibêjin zimanê çûkan diaxive.

Mezinên wê malbatê didin xuyakirin, ku ji bêtirî 70 salî ve, ew ziman li nav gundên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê belav bûye û hin malbatên Ereb jî fêrî wî zimanî bûne.

Ew malbata Kurd a ku bi wî zimanî diaxive, ji gundê Dodanê yê ye ku ser bi bajarê Amûdê ve ye û niha ew malbat li bajarê Qamişlo dijî, ji bilî zimanê dayikê tevahiya endamên malbatê bi zimanê çûkan diaxivin.

Li gorî mezinên wê male, ji heyama bêtirî 50 salî ve, ew fêrî wî zimanî bûne, lê ew nizanin çawa derbasî herêmê bûye û jêdera wî ji ku ye.

Kesên zimanzan dibêjin ku ji her zimanekî re, gellek zarave û rêziman hene, lê ji zimanê çûkan re, ne zarave û nejî rêziman hene, tenê hin tîpan tevlî hev dikin û bingeha sereke ji afirandina zimanê çûkan re tîpa Z ye.

Kesên bi vî zimanî diaxivin dibêjin, ku piştî her tîpeke dengdêr, tîpa Z tê bikaranîn û tîpa S di bêjeyê de bi Ş tê guhertin, herwiha eger bêjeyek jî bi tîpa Z destpê bike, ew tîp bi J tê guhertin.

Hin zimanzan dibêjin, ku jêdera vî zimanî, ji zincîra çiyayê di navbera Sûryê û Libnanê de, peyda bûye û bi taybetî di dema ku Ferensiyan ew herêm dagîr kiribûn, wê demê şervanan zimanê çûkan mîna şifreyekê bi kar tanîn.

N.O