Dîwana Serokatiyê: Ti mûçe ji bo Barzanî û Kusret Resûl nehatine terxankirin

Derbarê çend nûçeyên ku di roja bûrî de li hejmarek dezgehên ragihandinê de derbarê Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatibûn belavkirin, Berdevkê bi navê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ew nûçe red kirin û da zanîn, ti mûçe ji bo Serok Barzanî û Kusert Resûl nehatine terxankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê çend nûçeyên ku di roja bûrî de li hejmarek dezgehên ragihandinê de derbarê Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatibûn belavkirin, Berdevkê bi navê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ew nûçe red kirin û da zanîn, ti mûçe ji bo Serok Barzanî û Kusert Resûl nehatine terxankirin.

Di daxuyaniyê de ku ji pênc xalan e amaje bi wê hatiye kirin “Serokatiya Herêma Kurdistanê dezgeheke yasayî û fermî ye, piştî valabûna postê Serokatiya Herêmê û cîgirê wî, parvekirina desthilatên wan li gorî Madeya Duyem ya Yasaya Parvekirina Desthilatên Serokatiya Herêmê bi ser saziyên destûrî yên Herêmê û biryara hejimar 2 ya sala 2017an, Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo raperandina erkên xwe berdewam e û di bin serpereştiya birêz Serokwezîr de karên xwe dike.”

Di xaleke din de daxuyanî tekez dike “Budceya Dîwana Serkatiya Herêmê ji bo birêvebirina karûbarên rojane, ji Wezareta Darayî û Aborî li gorî yasa û rênimayan hatiye diyarkirin. Herwiha karmend û fermanberên Dîwana Serokatiya Herêmê û fermanberên Nivîsîngeha Serok û Cîgirê Serok, mîlakê fermî yê Serokatiya Herêmê ne û dewama xwe bi awayeke asayî dikin û li gorî yasa û rênimayan mûçeyên xwe werdigrin, tenê postê Serok û Cîgirê Serok vala bûne.”

Di xaleke din de hatiye “Mûçeya Serokê Herêm û Cîgirê wî li gorî yasaya hejmar (13) a sala 2010an hatiye diyarkirin. Piştî ku birêz Mesûd Barzanî û Kosret Resûl Elî dawî li postên xwe anîn, ti mûçeyek ji bo wan nehatiye terxankirin.”

Derbarê bi Şêwirmendên Serokê Herêmê jî tekez dike “Şêwirmendên Serokê Herêmê jî ligel rêz û pêzanînan di vê heyamê de erkên xwe pêk anîne, lê ji ber ku karên wan şêwirî bûye û bi Serokê Herêmê ve girêdayî bûye, piştî valabûna postên Serok û Cîgirê wî, erkên wan jî bidawî bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye “Di nûçeyan de amaje bi daxuyaniya endamekî Parlamentoya Kurdistanê hatiye kirin ku behsa mûçeya Serokê Herêmê û bûdceya Serokatiya Herêmê dike. Em li vir radigihînin, ku ev zanyarî ne rast in û dûr in ji rastiyan, loma Dîwana Serokatiyê bi mafê xwe dizane ku derbarê wan kesan de doza yasayî tomar bike.”

 

S, B