Erdogan: Piraniy Tirkan naxwazin beşdarî Yekitiya Ewropayê bibin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, piraniya welatiyên Tirkiyeyê naxwazin beşdarî Yekitiya Ewropayê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, piraniya welatiyên Tirkiyeyê naxwazin beşdarî Yekitiya Ewropayê bibin.

Erdogan ji BBCê re axivî û got:  “Ger Yekitiya Ewropa eşkere bike ku naxwaze Tirkiye beşdarê Yekitiya Ewropayê bibe, ew jî dê aram bibin û dest bi pilanên xwe yên B û C bikin. Yekitiya Ewropa ji bo Tirkiyeyê ne tişteke jêveneger e.”

Herwiha Erdogan got: “Ew rehet in. Jixwe piraniya welatiyên wan naxwazin beşdarî Yekitiya Ewropayê bibin.”

Li gor Erdogan helwesta Yekitiya Ewropayê ya li hemberî Tirkiyeyê ne jidil e. Yekitiya Ewropa di pêvajoya endamtiyê de wexta Tirkiyeyê digre. Lê dîsa jî dê danûstandinên wan berdewam bike.