Nêçîrvan Barzanî û Ebadî li Bexdayê civiyan

Hat ragihandin, ku piştî Bexdayê, wê serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Îranê bike

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û sibe jî serdana Taranê dike.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Bexdayê ragihand, îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û derbarê pêwendiyên di nav Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Hevdem kunsulxaneya Îranê li Hewlêrê di daxuyaniyekê de eşkere kir, ku biryar e biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wê serdana Taranê bike û li gel berpirsên pile bilind yên Îranê bicive".

Kunsulxaneya Îranê li Hewlêrê, ti hûrkariyên din derbarê armanc û tewerên gotûbêjên ku di heyama wê serdanê de bêne kirin, eşkere nekir.