Di êrîşeke firokeyên Hikûmetê de l ser Xûta rojhilat 17 sivîl hatin kuştin
K24 - Navenda Nûçeyan
Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku firokeyên cengî yên Sûrî û Rûsî bi giranî çend navçeyên Xûta rojhilatî Şamê bordûman kirin û gellek xanî û avahiyên welatiyan ketin ber wê êrîşê de.
Li gorî Çavdêrgeha Sûrî, di encama wê bordûmanê de, 17 kesên sivîl hatine kuştin û hejmarek keen din jî birîndar bûne.