Strana “Rîhana Şehîdan” li ser şehîdên Efrînê hat belavkirin

Li ser şehîdên Efrînê yên ji encama şerê li ser Efrînê şehîd bûne stranek bi navê “Rîhana Şehîdan” bi dengê stranbêja Efrînî Hêvîn Efrîn hat belavkirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser şehîdên Efrînê yên ji encama şerê li ser Efrînê şehîd bûne stranek bi navê “Rîhana Şehîdan” bi dengê stranbêja Efrînî Hêvîn Efrîn hat belavkirin.

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku piştî şerê 58 rojan artêşa Tirkiyê grûpên çekdar ên ser bi wê ve karîn derbasî wê bibin û dagîr bikin û di encamê de bi sedan welatiyên Efrînê bûn qurbaniyê wê êrîşê.

Helbestvana Kurd a Efrînî  Diya Bilind ku bixwe gotin û awaza wê stranê daniye li ser vê stranê ji K24ê re diyar kir, di şer û êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ser bi wê ve bi sedan welatiyên Efrînê çi sivîl û çi şervan şehîd bûn, wê jî xwast bi stranekê ronhiya bixe ser lehengî û berxwedana wan şehîdan.

Diya Bilind ku kurê xwişka wê yê ciwan Mihemed Xelîl di êrîşa li ser Efrînê de şehîd bûye, dibêje: “Şehîdbûna Mihemed yê 17 salî gelekî ez êşandim, lê hest dikim ku hemû zarok, ciwan, şervan, jin, pîr û kalên di şerê li ser Efrînê de şehîd bûne xwişk û birayên min in. Bê guneh bûn qurbaniyên dagîrkeriya Tirkiyê. Gunehên wan tenê ew e ku Kurd in.”

Diya Bilind nivîskar û rewşenbîreke Kurd a Efrînê ye, demeke dirêj li Şamê paytexta Sûriyê jiya ye û demeke koçberî Almanyayê bûye.