Kurdistan 3. kongreya Ragihandina Azad li Qamişlo hate lidar xistin

 

K24 – Qamişlo
Di bin diruşma “Şopdarên rastiyê bingeha ragihandina azad in” sêyemîn kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad li li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê hate lidar xistin. Yek ji armancên vê yekîtiyê parastina mafê rojnemevanan û berevaniya wan di çarçoveya hişmendiyeke azad de, lê li gorî hin rojnemevanan gelek kêsên binpêkirinê li Rojavayê Kurdistanê derheqê rojnemevanan de têne kirin. 

Ji aliyê xwe ve, berpirsên yekîtiyê tekez dikin ku, di sala bûrî de karê rojnemegeriyê hate şopandin û karîbûn ji hejmara 10 kêsên binpêkirinê 9 kêseyan çareseriyan ji wan re bibînin. Herweha yekîtiya navhatî dibîne ku yek ji erkê wê ye atmosferên guncaw ji hemû dezgeh û saziyên rojnemegeriyê re li ser xaka Rojavayê Kurdistanê dabîn bike. 

Yekîtiya Ragihandina Azad li Rojavayê Kurdistanê ku wek saziyeke civaka sivîl xwe dide nasîn, di 13 meha Tîrmehê de sala 2012an hatiye damezrandin. Hejmara endamên wê gihiştiye 266 rojnemevanan, herweha 52 dezgehên rojnemegeriyê di nava vê yekîtiyê de cihên xwe digrin.