YPG bi temamî ji Minbicê vekişiya

Rojnameya Hurriyet a Tirkî, ji ser zimanê endamekî Ereb di Encûmena Serbazî ya Minbicê de eşkere kiriye, ku duh rawêjkarên serbazî yên YPGê ji Minbicê derketin

K24 - Navenda Nûçeyan

Duh Yekşemê 15/07/2018an, dawîn yekîneya YPG ji bajarê Minbicê vekişiya.

Rojnameya Hurriyet a Tirkî, ji ser zimanê endamekî Ereb di Encûmena Serbazî ya Minbicê de eşkere kiriye, ku duh rawêjkarên serbazî yên YPGê ji Minbicê derketin, ew yek jî di bin siya rêketinê li gel Hevpeymaniya Navdewletî de bûye.

Rojnameyê diyar kiriye, YPGê ji wî bajarî vakişiya ye, daku şer di navbera wê û Artêşa Tirkiyê de çênebe.

Di meha derbasbûyî de û piştî rêketina Tirkiyê û Amerîka li ser pêşeroja bajarê Minbicê, YPGê ragihand ku ewê rawêjkarên xwe yên serbazî ji wî bajarî bikişîne.

Hikûmeta Tirkiyê YPG wek baskê PKKê dide naskirin û li Sûrya û Iraqê jî bizavên xwe dike, daku pêgeha YPG û YPJ lawaz bike.

Ji aliyê xwe ve, Amerîka li Sûrya û Rojavayê Kurdistanê, berê xwe daye Tirkiyê û pişta xwe daye YPGê, vê yekê hiştiye ku YPG jî berê xwe bide rêjîma Beşar Esed.

N.O