Pêkhata sunne doza derketina Heşda Şeibî ji navçeyên xwe de dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevpeymana hêzên sunne di daxuyaniyekê de daxwaz kir, rewşeke aram û guncayî bê peydakirin daku hilbijartinan Iraqê di dema xwe de bên encamdan û tevahiya mişextan li cihên xwe vegerin.
Hevpeymana sunne daxwaz kiriye hemû hêzên nefermî ji deverên wan bên kişandin û doseya emnî li wan deveran radestî hêzên xwecihî bê kirin.
Hevpeymana hêzên sunne tekez kir, ku heya tevahiya mişextan li cihên xwe venegarin, hilbijartin bi pakî û zelalî nabin.