Balyozê Îranê li Bexda: Pêwendiyên me li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê bihêz in

Îran: Em bizavan dikin ku Hewlêr û Bexda bi awayekî aştiyane ber bi danûstandinan ve biçin û pêwendiyên wan bihêz bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyozê Taranê li Bexdayê Îrec Mescidî, di konfiransekî rojnamevanî de li Taranê got: "Pêwendiyên me li gel hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê bihêz û dîrokî ne, em bizavan dikin ku pêwendiyekê di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêkin, ku di berjewendiya herdu aliyan de be, herweha em bizavan dikin ku herdu alî bi awayekî aştiyane ber bi danûstandinan ve biçin û pêwendiyên wan bihêz bibin".

Mescidî got jî: "Niha Iraq derbasî qonaxeke nû û giring bûye, ku heman qonaxa avakirin û amadekirina bingehên abûrî ye û peydakirina pêwendiyên siyasî ye. Bêguman di vê qonaxê de wê Îran roleke bihêz û giring li Iraqê bilîze".