Hozan Canê nameyek ji Angela Merkel re şand
K24 – Navenda Nûçeyan
Hunermend Hozan Canê ji bo azadkirina xwe nameyek bo Şewirmenda Almanyayê Angela Merkelê şand.
Nameya Hozan Canê di medyaya Almanyayê de belav bû û daxwaza alîkariyê ji Şewirmenda Almanyayê Angela Merkelê dike. Hunermenda Kurd dide zanîn ku mercên girtîgehê ne baş in û ev yek bandorek xirab li sexlemiya wê dike.
Hozan Canê beriya 3 mehan li bajarê Edîrneyê ya bi Tirkiyeyê hatibû girtin. Ji xeynî Canê li Tirkiyeyê nêzikê 10 welatiyên Almanyayê li Tikriyeyê zindanî ne.
Biryar e Serokomarê Tikriyeyê Recep Tayîp Erdogan û Merkel 3 roj din werin ba hev.
S. B