HDPê beyannameyên xwe raya giştî re ragihand

24ê Hezîranê li Tirkiyê hilbijartina serokkomarî û yên parlemnteriyê pêk tên ji ber vê yeke partiyên siyasî yek bi yek beyannameyên xwe raya giştî re radigihînin.

 

K24 – Enqere

24ê Hezîranê li Tirkiyê hilbijartina serokkomarî û yên parlemnteriyê pêk tên ji ber vê yeke partiyên siyasî yek bi yek beyannameyên xwe raya giştî re radigihînin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî beyannameya xwe ragihand û di beyannameyê de li gel çareseriyameseleya Kurd di warê aborî û civakî de jî wehd hatin dayîn. Parlemnterên HDPê diyar kirin ku ev beyannameya wan nexşerêya pêkvejiyanê ye û rêeberên partiyên çepgir û Kurdistanî jî ev beyanname wek tifaqeke piralî nirxandin.

Li Tirkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinen pêşwet ku dê 24ê Heziranê bên lidarxistin partiyên siyasî beyanname û nexşerêya xwe ya hilbijartinê eşkere dikin. Di vê çarçoveyê de Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Enqera paytexta Tirkiyê beyannameya xwe ya bo hilbijartina Serokkomariyê û bo hilbijartinên parlementeriyê ji raya giştî re parwe kir. Di beyannameya HDPê de bi rêyên demokratik çareserkirina meseleya Kurd û ji bo Tirkiyeke demokratîk wehd hatin dayîn.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di gotara xwe de got: “24ê Hezîranê roja jiyanek nû ye xwe bawer bikin em bi hev re serbikevin. Îro bi vê beyannemeya xwe em ê li dijî pergala takekesiyê derbikevin û Tirkiyeke demokretîk û pêkvejiyanê ava bikin.”

Parlamentera HDPê Fleknas Uca ya ku beşdarî bernameya partiya xwe bû diyar kir ku ev beyanname ji bo pêkvejiyana gelên Tirkiyê nexşerêyeke.

Feleknas Uca ji K24ê re wiha axivî: “Esas HDP ji xwe projeya Gelan e. Ji ber ku berê jî vekilên ji neteweyên cuda, jı baweriyên cuda, ji rengên cuda di vê partiye de hatil digel hev. Ji ber ve jî HDP partiya gelan e. Hêvî hemû gelên vî welatî ne.”

Di beyannameya HDPê de li gel meseleya Kurd derbarê kêşeyên aborî, civakî û meseleyên jinan, karkeran û xwenadekaran de jî ku zêdetir ji aliye partiyên çepgirên Tirkiyê ev mesele tên bilivkirin hewd hatin dayîn. Di hola ku beyanname lê hate xandin gelek rêveberên partiyên çepgir ên Tirk jî beşdar bûn.

Tûlay Hamtîmogullari a ji Partiya SYKPê got: “HDP bi hemû dînamîkên ciwakê re, bi karker, kedkar,jin, ciwan û çepgiran re tifaqa herî mezin ava kiriye. HDPê di parlemntoyê de nûnertiya Kurd,Tirk,Ereb,Sûryan û gelên din kiriye. Em jî wek pêkhateyeke HDP di hilbijartinan de bi HDPê re ne.”

Ji bilî rêvebrên partiyên çepgir rêveberên partiyên Kurdistanî ku tê çaverêkirin bi HDPê re tifaqekê ava bikin jî beşdarî bernameya HDPê bûn. Serokê partiya Kurdistanî OSP Sînan Çîftyûrekê ku beşdarî bernameyê bû diyar kir li dijî tifaqê din hewceye kurd jî fifaqa xwe avabikin.

Sînan ÇîftYûrek wiha anî ziman: “Di serî de daxwaza me ya partıyên Kurd û Kurdıstani ew e ku îro di vê hilbijartina serokkomarî û wekîltîyê de îttîfaqeke Kurdistanî pêk were, li ser dekleyoneke kurdî û Kurdistanî em piştgiriyê bidin Demîrtaş û HDPê.”

Di bernameya HDPê ya dityarkirina beyannameya hilbijartina serokkomarî û yên Parlemnteriyê de nameya Namzedê HDPê yê serokkomariyê Selahhatîn Demîrtaş jî hate xwandin û Demîrtaş jî di nameya xwe de got ji bo aramî û aştiya Tirkiyê pêwîste meseleya Kurd bi rêyên demokratîk û bêşer bê çareserkirin