Kurdistan Karvedanên seredana Yildirim di medyaya Tirkiyê de

Karvedanên seredana Yildirim di medyaya Tirkiyê de
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li çiyayê Zertik / 8 Çile 2017

K24 – Navenda Nûçeyan

Medyaya Tirkiyê giringiyeke mezin dide seredana Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bo paytexta Herêma Kurdistanê û danûstandinên دشىي urdistanê û danûstandinên çide seredana Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bo paytexta Herêma Kurdistanê û danûstandinên çşanda Tirkiyê. Di hemû rojname, TV û medyaya Tirkiyê bi giştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û danûstandinên ligel Hikumeta Herêma Kurdistanê wekî nûçeya yekem derbas dibe.

Seredana Serokwezîrê Tirkiyê ligel Serokê Herêma Kurdistanê bo çiyayê Zertik bi awayek zindî ji televizyonên Tirkiyê ve hate weşandin.

Medyaya Tirkiyê, babetên lihevhatina her du aliyan bi awayek hurgilî girtiye dest. Pêkanîna Komisyonên aborî di navbeyna Hewlêr û Enqere de, damezrandina forma karî di navbera herdu welatan de, babetên enerjiyê û danûstandinên aborî di navbera Kurdistan û Tirkiyê de, xalên din ên girîng in ku medyaya Tirkiyê digre dest.

Girîngiya ku medyaya Tirkiyê daye seredana Serokwezîr Yildirim bo Hewlêrê, ewqas di dema seredana Yildirim bo Bexdayê de nîşan neda.

Şirovevanên siyasî û aborî yên Tirkiyê di medyaya Tirkiyê de tînin ziman, ku asta têkiliyên ligel Hewlêrê, digihin qonaxek berztir û ew di berjewendiya Kurdistan, Enqere û tevayiya herêmê de ye jî.