Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Lubnanê kir

Serok Barzanî li paytext Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Lubnanê Cibran Basil û şand a pê re kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî li paytext Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Lubnanê Cibran Basil û şand a pê re kir.

Di hevdîtinê de pêwendiyên Hewlêr – Beyrud û pêşxistina pêwendiyan hate rojevê.

Piştî hevdîtina ligel Serok Barzanî Wezîrê Derve yê Lubnanê û şanda ligel dê ji alî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve bên pêşwazîkirin.

Şand a Lubnanî tê çaverêkirin bi taybetî danûstandinên xwe yên bazirganî û aborî ligel Hewlêrê bigre dest.

Peyamnêrê Kurdistan24 ragihand ku, di nav şand a  Wezîrê Derve yê Lubnanê Cibran Basil de 4 Wezîr û gelek karsazên Lubnanî hene.

Li firokxaneya nabdewletî ya Hewlêrê de şanda Lubnanê, ji alî Wezîrê Navxweyî yê Kurdistanê Kerîm Şingalî, Payvdarê hukimeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Kurdistanê Felah Mistefa ve hatibû pêşwazîkirin.

 

 

C.B