Rojhilata Navîn Piştî 6 salan Balyozê Îsraîlê hat Enqerê

Piştî 6 salan Balyozê Îsraîlê hat Enqerê

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Îsraîl yê li Enqerê, piştî şeş salan dest bi karê xwe kir.

Piştî 6 salan ji pêwendiyan di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de baş dibin. Wek nîşaneya vê jî, Balyozê Îsraîlê ku ev 6 sal in ne li Enqerê ye, vegeriya ser karê xwe.

Balyoz Eîthan Naeh, li Enqerê dest bi karê xwe kir û got, gelek kar li pêş wan hene.

Keştiya Mavî Marmara ya Tirkiyê ku xwestibû alîkariya mirovî bibe Xezaya Filîstînê ya jêrkontrola Îsraîlê, ji hêla hêzên ewlekariya Îsrailê ve hatibûn astengkirin û di êrişê de 9 welatiyên Tirkiyê canê xwe ji dest dabûn.