Dîsa firokeyan çiyayê Asos li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bordûman kirin

Guman heye ew firoke yên Tirkiyê bin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Qayimqamê qeza Mawetê Kameran Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand, îro demjimêr 9:30 sibehê çend firokeyan çiyayê Asos bombebaran kirin û cihê êrîşê tenê du kîlometran ji gundê Gelale dûr e û nêzîkî çil malbatan li wî gundî dijîn, herweha da zanîn ku heya niha ziyanên wê êrîşê nehatine zanîn.

Qayimqamê Mawetê diyar kir, ku li navçeyên ser sînor, tevgera PKK heye û li hin cihan jî rêbendên wan hene, lê ew tevger gellekî kêm e û hebûna wan rêbendan jî tenê li navçeyên sînorî yên dûr hene, ji ber vê jî guman dikin ew firoke yên Tirkiyê bin.

Ji aliyekî din ve jî, medya nêzîkî PKKê ragihand ku çiyayê Asos ji aliyê topên Îranê ve tê topbarankirin û balifrên keşfê yên Îranê jî bi ser ezmanê navçeyê ve digerin.

Destpêka vê mehê jî çend firokeyan çiyayê Asos yê li sînorê qezaya Mawetê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bordûman kirin.