Barzanî: Mamoste bi giyanê Pêşmergane li hember rewşa giran xweragir bûn

Serokê herêma Kurdistanê peyamek pîrozbayî ji ber salvegera 55.mîn a damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê belav kir û ragihand, Xebata rizgarîxwaza gelê me, derxerê wê rastiyê ye ku mamostayên Kurdistanê ji bilî erkê pêgihandina nifşên gelê me, wekî Pêşmergeyên aza û têkoşer li sengerê pêş ya xebatê da bûn û bi wê navê da jî dehan şehîdên nemir pêşkêşî Kurdistanê kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê herêma Kurdistanê peyamek pîrozbayî ji ber salvegera 55.mîn a damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê belav kir û ragihand, Xebata rizgarîxwaza gelê me, derxerê wê rastiyê ye ku mamostayên Kurdistanê ji bilî erkê pêgihandina nifşên gelê me, wekî Pêşmergeyên aza û têkoşer li sengerê pêş ya xebatê da bûn û bi wê navê da jî dehan şehîdên nemir pêşkêşî Kurdistanê kirine.

Serok Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê kir, piştî birîna budçeya Kurdistanê û şerê terorîstan, mamostayan û hemû karmend û xelkê Kurdistanê, bi heman ruhiyeta Pêşmergeyan ve beranber wê rewşa giran xweragir bûn û we nehişt karwana xwendinê li Kurdistanê raweste.

Di beşeke din ya peyama Serok Barzanî de hatiye, “Pêwîste mamosta wan waneyan bi zarokên me bibêjin ku nabê qurbaniyên gelê me bê encam bê û bi hêviyeke zêde ve berev paşarojeke bi rumet ve hengav bavêjin.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bo salvegera 55.mîn a damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê ku li malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin wiha ye:

Bi helkefta salvegera 55 pêncih û pênc saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazim.

Xebata rizgarîxwaza gelê me, derxerê wê rastiyê ye ku mamostayên Kurdistanê ji bilî erkê pêgihandina nifşên gelê me, wekî Pêşmergeyên aza û têkoşer li sengerê pêş ya xebatê da bûn û bi wê navê da jî dehan şehîdên nemir pêşkêşî Kurdistanê kirine.

Piştî birîna budçeya Kurdistanê û şerê terorîstan û lêkeftên wê şerê, ji bilî astengiyan û rewşa xeraba darayî, ewê mamostayan û hemû karmend û xelkê Kurdistanê, bi heman ruhiyeta Pêşmergeyan ve beranber wê rewşa giran xweragir bûn û we nehişt karwana xwendinê li Kurdistanê raweste. Niha jî ku li sayeya qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê, efsaneya Da'îş li ser destê zarokên Kurdistanê hate têkşikandin û gelê me hengaveke mezin li pêşe, pêwîste mamostayan bi heman rûhiyeta Pêşmergane ve li xebatê da bin û hestên niştîmanperwerî û Kurdayetî li nav nifşên niha da geş bikin rê nedin hewla nehezan yên ji bo belavkirina hesta xwe bi kêmzanîn û bê îradeyî li nav zarok û gencên welatê me da serbigrê.

Pêwîste mamosta wan waneyan bi zarokên me bibêjin ku nabê qurbaniyên gelê me bê encam bê û bi hêviyeke zêde ve berev paşarojeke bi rumet ve hengav bavêjin.

Her şad û serkeftî bin.

Mesûd Barzanî
15/5/2017