Katî Pîrî: Divê Tirkiye mafên Kurdan nas bike

Raportera Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî da xuyakirin, divê dewleta Tirkiyê bibe welatekî demokratîk û riya vê jî naskirina hemû mafên Kurdan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Raportera Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî da xuyakirin, divê dewleta Tirkiyê bibe welatekî demokratîk û riya vê jî naskirina hemû mafên Kurdan e.

Katî Pîrî, li bajarê Den Haagê a Hollandayê serdana çalakên greva birçîbûne kir, ku bi armanca piştevaniya Leyla Guven dest bi çalakiyê kiribûn.

Pirî di serdanê de axaftinek kir û da xuyakirin, di serdana Diyarbekir û Mêrdînê de binpêkirin maf û wêrankirina bajarên Kurdan di cîh de şopandine û ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk ewê bixebite.

Da zanîn, riya demokratîkbûna Tirkiyê ew e ku, hemû mafên Kurdan nas bike û daxwazên wan bicîh bîne.

Pîrî ku careke din namzeta endamtiya Parlamentoya Ewropayê ye da xuyakirin, heger ew were hilbijartin, ewê vê têkoşîna xwe ya bo demokrasî û mafên mirovan berdewam bike.

 

S. B