Mesrûr Barzanî: Divê rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê bê asayîkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de William Roback civiya û behsa rewşa navçê û gefên terorê kirin.
Di civînê de, ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin amade bû, dawî pêşhatên Iraq, Herêma Kurdistanê, navçê û rûbirûbûna gefên terorê hatin guftûgokirin.
Mesrûr Barzanî nerîna xwe derbarê tevgera berdewam a DAIŞê li hin navçeyên Iraqê zelal kir û tekezî li girîngiya çareserkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir û ragihand, pêwîst e zûtir zemîneya asayîkirina rewşa wan navçeyan bê amadekirin.
Herwiha behsa hatina heyameke erênî ya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û diyar kir ku ev heyam ji bo avêtina pêngavên pêwîst bi arasteya çareserkirina tevahiya pirsgirêkan, hevkar dibe.
Di hemberê de, Cîgirê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de piştgîriya welatê xwe ji hêza Pêşmerge û hevahengiya di navbera hêzên pêwendîdar û hêzên Hevpeymanan de dubare kir û ragihand, girîngîpêdan bi wê hevahengiyê ji bo rêgirtina li tevgera teroristan li Iraqê bi pêwîst dizane.
Her di wê civînê de, guftûgoyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergîriyê ya Iraqê de û qonaxên şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê jî hatin guftûgokirin.
S. B