Tirkiyê: Metriseyek li Efrînê heye û pêwîst e em wê metirsiyê rakin

Wezîrê berevaniya Tirkiyê Nûredîn Canîklî ragihand: "Metrisiyeke rastiyane li bajarê Efrînê heye û pêwîst e em wê metrisiyê ji hole rakin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê berevaniya Tirkiyê Nûredîn Canîklî ragihand: "Metrisiyeke rastiyane li bajarê Efrînê heye û pêwîst e em wê metrisiyê ji hole rakin".

Canîklî diyar kir ku, hêzên çekdar yên Tirkiyê, danîna navenda sêyem a çavdêrîkirinê li bajarê Efrînê gotûbê dikin.

Ev bû demek berpirsên pile bilind yên Tirkiyê, derbarê rewşa Efrînê daxuyaniyên cuda didin, berî niha jî serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihandibû: "piştî Idlibê emê ber bi Efrînî ve biçin".

Di çend rojên derbasbûyî de, hêzeke artêşa Tirkiyê xwe nêzîkî navçeyên derdora Efrînê kir û li navçeya Şêx Eqîl cîgir bû.