Serkirdeyê PDK-Sê Apo rewşa Efrînê ligel Serok Barzanî guftûgo dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilrehman Apo îro li ser vexwandina Serok Mesûd Barzanî serdana Herêma Kurdistanê kir.
Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo ji K24ê re ragihand, ew li ser daxwaza Serok Barzanî hat Herêma Kurdistanê û biryar e sibe ligel cenabê wî bicive û rewşa Efrînê guftûgo bikin.
Apo amaje bi wê yekê kir jî, ewê ligel Serok Barzanî rewşa li Efrînê guftûgo bikin û ewê guhdarî nerîn û şîretên cenabê wî bike. Di heman demê de jî ewê Serok Barzanî bi dawî pêşhatên li Efrînê dibin agahdar bike.
Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê da zanîn, ew îro ew ligel Berpirsê Dosya Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî civiya û li ser rewşa Efrînê axivîn.
Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo roja 12ê Tîrmeha 2017an ji aliyê Asayişa Efrînê ve hatibû girtin û piştî salek û 4 mehan roja 14ê Mijdara bûrî li Qamişlo serbest hatibû berdan.
S. B