Li Stenbolê 73 bergumanên biyanî hatin girtin

Hêzên ewlehiya Tirkiyê di operasyonekê de 74 kes bi tometa hebûna pêwendiya wan bi DAIŞê re desteser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên ewlehiya Tirkiyê di operasyonekê de 74 kes bi tometa hebûna pêwendiya wan bi DAIŞê re desteser kirin.

Li gorî zanyariyên medya Tirkyê, tevahiya kesên hatine girtin biyanî ne, tenê yek ji wan turk e û hemû ji bo dezgeha ewlehiya Tirkiyê hatine şandin û lêkolîn li gel wan destpê kiriye.

Ajansa Anadol ya fermî ragihand: “Ew operasyon li 8 tax û 15 cihên cuda li Stenbolê hat kirin.”

Heman ajansê diyar kir, ku piştî lêkolînan wê tevahiya girtiyan jib o welatên wan bêne vegerandin.