Rêxistinên civaka sivîl daxwaza azadkirin girtiyên siyasî dikin

Hejmarek ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî, yekîtî, sendîka, komele û rewşenbîrên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de siyaset û kiryarên desthilata li Rojavayê Kurdistanê ya girtina siyasetmedaran û astengkirina azadiya derbirînê şermezar kirin û daxwaz kirin jî ku hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de bêne azadkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyê de hat, roja 11 Gulanê hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û bo cara duyemîn bi ser Baregeha Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de girt û hejmarek ji endamên wê emîndariyê binçav kirin.  

Daxuyaniyê amaje bi binçavkirina endamên Emîndariya Giştî ya ENKSê kir, ku hejmarek ji endamên wê emîndariyê piştî rojekê hatin azadkirin, lê hîn Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif û herdu endamên Emîndariya Giştî ya ENKSê Mihsin Tahir û Emîn Husam ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve girtî ne.

Daxuyaniyê bangî hemû rêxistinên civaka sivîl, hiqûqî û mafên mirovan yên navdewletî kir ku bi erkên xwe derbarê siyasetên PYDê yên qedexekirina derbirînê û girtiyên siyasî de rabin û fişarê li PYDê bikin, da ku hemû girtiyên siyasî bên azadkirin.