Ala Kurdistanê û Wêneyên Serok Barzanî hildan, hatin binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor ragihandinek taybet ji bo Kurdistan24 Nûnerê başûrê Kurdistanê yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Zana Sezen diyarkir ku, gencên HAK-PAR ên ku di Kongreya 7emîn Asayî ya HAK-PAR de Alayan Kurdistanê û wêneyên Serok Barzanî hilgirtine hatine binçavkirin.
Sezen destnîşankir Wilayet û Dozgeriyê herweha dest danîne ser Alên Kurdistanê. Lê, ev kiryarên tadekar dê nikaribin wan ji xebata wan a demokratîk, şaristanî û Kurdistanî rawestînin.