Scotlanda rahênana leşkerî bi Pêşmerge dike

Scotlanda wek endamekî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê zêdetirî ji 100 şêwirmendên leşkerî ji bo rahênankirina Pêşmerge dişîne Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Scotlanda wek endamekî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê zêdetirî ji 100 şêwirmendên leşkerî ji bo rahênankirina Pêşmerge dişîne Herêma Kurdistanê.

Fermandarê leşkerî yê Scotlandê Kiven Conway ragihand, ew şêwirmendên leşkerî şeş mehan li Herêma Kurdistanê dimînin û rahênanê bi hêza Pêşmerge dikin.

Li gor malpera “Forces” a Scotlandî, baregeha wê şêwirmendên leşkerî li Herêma Kurdistanê dibe û ta Havîna sala 2018an dimînin.

Li gor daxuyaniyên berpirsên Wezareta Pêşmerge, Hevpeymaniya Navdewletî piştgîriya hewlên wan a dubare rêkxistina hêzên Pêşmerge dike û piştevaniya darayî jî ji wê wezaretê re dike.

Di meha Mijdara bûrî de û li gor budceya salane ya Kongressa Amerîkî, îsal piştevaniya darayî ji hêza Pêşmerge re terxan kiriye û birê 365 milyon Dolar ji bo rahênankirin û biçekirina Pêşmerge bêyî vegera ji Bexdayê re diyar kiriye.