"Riya Dihok- Mûsil hat vekirin"
K24 - Navenda Nûçeyan
Jêderekî emnî li Dihokê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Riya çûnûhatinê ji bo welatiyan, di navbera Dihok û Mûsilê de hatiye vekirin û niha welatî dikarin ji deriyê sînorî yê parêzgeha Dihokê çûnûhatinê bikin".
Wî jêderî got: "Pêştir jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê asankarî ji bo çûnûhatina welatiyan dikir li wî derî û berdewam riya çûnûhatina welatiyan di navbera Dihok û Mûsilê xweş dikir".
Piştî bûyerên 16 Cotmeha 2017an, riya di navbera Dihok û Mûsilê de hat girtin, lê piştî demekê û li ser daxwaza welatiyan, wezareta Pêşmerge biryar da ew rê bê vekirin, lê Heşda Şeibî rêgirî dikir û vê yekê gellek astengî ji welatiyan re çêdikir.