Tirkiye: Pîlanek heye Amerîka bi yekcarî Tirkiyê jidest bide

Ibrahîm Kalin: Siyaseta Amerîka, li dijî ewlekariya netewî ya Tirkiyê ye û Washington ji dilgiraniyên Enqerê yên derbarê ewlekariya netewî tênagihêje.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdarê Serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin, derbarê pêwedniyên aloz ên Tirkiyê û Amerîka de gotarek nivîsoye û dibêje: Amerîka li Sûryê piştevaniya YPGê dike û li dijî Tevgera Fetullah Gulen gavan navêje.

Ibrahîm Kalin diyar kir, ku ew siyaseta Amerîka, li dijî ewlekariya netewî ya Tirkiyê ye û Washington ji dilgiraniyên Enqerê yên derbarê ewlekariya netewî tênagihêje.

Kalin tekez kir, ku welatê wî, beramberî gef û fişarên Amerîka xwe naçemîne û got: Pîlanek heye Amerîka bi yekcarî Tirkiyê jidest bide.

Îro jî serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan gef li Amerîka kir, daku fişarên xwe li ser welatê wî rawestîne û got: Heger Amerîka dev ji bêrêziya li dijî Tirkiyê bernede, wê hevpeymaniya wan bidawî bê.

Erdogan ji rojnameya New York Times re gotarek nivîsiye û têde dilgiraniya welatê xwe beramberî fişarên Ameîrka dide xuyakirin û dibêje: Li Tirkiyê bizaveke kudetaya serbazî hat encamdan, lê Amerîka ew kudeta bi zimanekî zelal şermezar nekir û nerazîbûneke ciddî nîşan neda.

Serokê Tirkiyê dibêje: Çawa kesekî weke Gulen, ku bizava kudetaya serbazî li dijî Hikûmeta hilbijartî ya Tirkiyê kiriye û çend endamên AKPê di wê kudetayê de kuştiye, Amerîka wî li cem xwe dihêle û ne amade ye radestî Enqerê bike?.

Got jî: Amerîka li Sûryê jî piştevaniya YPGê dike, ku baskê PKKê ye û Amerîka PKKê weke girpûeke terorîst daye nasandin û tevî wê yekê jî, gellek barên çekan radestî YPG kiriye. YPG Jî wan çekan li dijî welatiyên Tirkiyê bikar tîne.

N.O