Roja 25 Îlonê wek roja referandûmê hat ragihandin

Roja 25 Îlona 2017an roja referandûma Herêma Kurdistanê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar hat dayî, roja 25 Îlona 2017an, rapirsiya serxwebûna Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya.

Serokê Liqa Hewlêrê a Bereya Tirkmenan Aydin Marûf ji K24ê re ragihand, îro di civînê de hat ragihandin ku roja 25 Îlona 2017an referandûm tê kirin.

Marûf aşkere kir jî, roja 6 Mijdara 2017an, proseya hilbijartina serokatiyê û parlementoyê li Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, rapirsî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê jî tê kirin.