Qasimî: Îran piştevaniyê li guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ji K24ê re piştevaniya welatê xwe bo guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexda de dupat kir û hêvî xwast ku encamên baş ji derkevin û gelên Iraqê bikaribin di welatekî demokratîk de bi hemû mafan bijîn.

Behram Qasimî got: “Rêza me ji xelkê Herêma Kurdistanê re heye û pêwendiyên me yên baş ligel wan hebû û berê jî hatûçûn û pirsa şêwirmendî me bi hev hebûye û niha jî heye. Di baweriya me de demokrasiya biçûk ya li Iraqê wê dixwaze ku her aliyek hewl bo aramî, ewlehî û avadankirina Iraqê û derkirina teroristan ji nava vê xakê bide. Behskirina li her babetekî din ku serweriya niştimanî  yekperçeyîya xaka Iraqî lawaz bike, bi arasteya ne aramî û ne ewlehiya Iraqê dibe.”

Got jî: “Em pêşwazî û piştevaniyê li danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê di dikin û hêvîdar in bibe sedema rûdana erênî li Iraqê û hemû gelên Iraqê di heyameke demokratî de bigihin mafên xwe yên diyarkirî.”