Peyvdarê PDK daxuyaniyeke bilez belav dike

Peyvdarê Partî Dîmukratî Kurdistan Mehmûd Mihemed derbarê propagendeya paşxistina piroseya referanduma serxwebûna Kurdistanê, ragihand: “Piştî demeke kin wê Pavêl Talebanî bi xwe derewa wan nûçeyan eşkere bike.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Têksta daxuyaniya peyvdarê PDK:

Piştî belavbûna daxuyaniyekê bi navê birêz Pavêl Talebanî, ku behsa rêketinekê di navbera Partî û Yekîtî dike, derbarê referandumê, di demekê de em wek Partî Dîmukratî Kurdistan haydarî ti rêketinekê ji wî corî nebûne, me pêwendî li gel Yekîtî Niştmanî Kurdistan re kir, wan jî ji me re piştrast kir ku tiştekî bi nave rêketinê jib o paşxistina referandumê çênebûye û piştî demeke kin wê birêz Pavêl Talebanî bi xwe nerastiya wan daxuyaniyên li ser zimanî belav bûne eşkere bike.

Mehmûd Mihemed

Peyvdarê fermî yê Partî Dîmukratî Kurdistan

23yê Êlûnê 2017