Parlementerên Kurd ligel Ebdulmehdî civiyan
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerên fraksiyonên Kurdistanî di Parlementoya Iraqê de, bi serpereştiya Cîgirê Serokê Parlementoyê Beşîr Heddad ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiyan.
Piştî civînê Cîgirê Serokê Parlementoyê Beşîr Heddad ligel fraksiyonên Kurdistanî kongreyek rojnamevanî liser civînê lidarxistin. Heddad ragihand, ku pirsgîrekên di deverên Kurdistanî yên derveyî Idareya herêma Kurdistanê, bi taybetî rewşa biErebkirinê li nahiyeya Sergeran girêdayî bajarokê Dubiz a Kerkûkê û gundê Pelkanê girtine dest û Serokwezîr ji bo çareseriya pirsgîrêkan soz da ye.
Heddad herweha anî ziman, ku Parêzarê sepandî yê Kerkûkê Rekan Cibûrî kiryarên neyasayî li Kerkûkê encam dide û hukimeta Iraqê divê sînorek ji van kiryarên Cibûrî re deyne.
C.B