PAK: daxistina parlementeriya Leyla Zana, diltengiya li hember Kurdan e

PAKê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûna xwe ya li hember daxistina parlementeriya Leyla Zana da nîşan û amaje kir ku ev biryar nîşaneya diltengiya li hemberî kurdan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûna xwe ya li hember daxistina parlementeriya Leyla Zana da nîşan û amaje kir ku ev biryar nîşaneya diltengiya li hemberî kurdan e.

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ji raya giştî re parve kir ku Parlementera Agirî ya HDP’ê di sûnda parlementeriyê de ji dêvla ku bêje Milletê Tirk, gotiye Milletên Tirkiyeyê û parlementoya Tirkiyeyê nekariye li hember vê gotinê tehemmulê nîşan bide û parlementeriya Leyla Zana daxistIye.

PAK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîski de amaje kir, ku ev yek bêtehemuliya li hember Kurdan e û ev nêrîna ku wek kevneşopiya Tirkiyê ye careke din hatiye pesendkirin.

Di daxuyaniyê bal tê kişandin ku diviya bû ku sûnda parlementeriyê ya ku bi awayeke nijaperest hatî dirustkirin ji holê bihata rakirin.

Partiya Azadiya Kurdistan bang dike ku tiştên pêwîst ên niha ew e ku hişmendiya neteweyî were bilindkirin û  pêvajoya ku li dijî Kurdan dimeşe were rawestandin.