YNK parêzgarê nû yê Kerkûkê aşkere dike

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (YNK) Seidî Pîre aşkere kir, îro endamê polîtburoya wê partiyê Rizgar Elî wek parêzgarê Kerkûkê tê danîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (YNK) Seidî Pîre aşkere kir, îro endamê polîtburoya wê partiyê Rizgar Elî wek parêzgarê Kerkûkê tê danîn.

Seidî Pîre di konferaseke rojnamevanî de ragihand, “Îro Rizgar Elî dibe parêzgarê Kerkûkê û Xetabe Reş ku Pêşmergeyekî YNKê yê dêrîn e dibe berpirsê ewlehiya bajarê Kerkûkê.”

Ev di demekê de ye, piştî ku Necmedîn Kerîm ala Kurdistanê li ser avahiyên parêzgeh û dezgehên hikûmî yên Kerkûkê bilind kir, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve biryara dûrxistina wî da, lê ta niha jî hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê li Kerkûkê kar bi biryara hikûmeta Iraqê nakin.

Di 16ê vê mehê de, Heşda Şeibî bi hevkariya hejmarek ji fermandarên YNKê Kerkûk dagîr kirin, xelkê Kurdistanê û beşek ji serkirde û endamên YNKê ji vê yekê nîgeran bûn.