Temeli: Tiştê polîsên Tirkiyê li hemberî dayikên Kurd kiriye, tawane

Hevserokê HDPê Sezayî Temeli got: Tiştê polîsên Tirkiyê li hemberî Dayikên Kurd kiriye, tawane.

K24- Hewlêr

Hevserokê HDPê Sezayî Temeli got: Tiştê polîsên Tirkiyê li hemberî Dayikên Kurd kiriye, tawane.

Temeli, bang li Wezirê Dadê kir û da zanîn: Bersiva daxwazên Zarokên van Dayikan bide, daxwazên wan mirovahîne.

Sezaî Temeli got: Ew dixwezin ne zarokên Kurd ne jî yên Tirk bimirin, rêya herî baş jî, aştîye.

 

Heweha got: Evro, pêwiste li kolanan denge xwe li gel dengên Dayikan bilind bikîn. Zarokên wan dimirin. Em dixwezîn di vî welatî de, dayîk kul û azaran nekêşin. Ez careke dîn bang li wezirê dadê dikim, guh bidin denge van dayik û baban. Em bang li wan kesan dikîn ku di nava cadan de, li dayikan dixin, Cêr û gotinên xerap ji wan re dibêjin, ew tiştê we kirî tewana, lê beriya tawanîyê rezaletek mezine. Tirkiye neçar nîne ku van dîmenên zulme bibine.

Got jî: Em dixazîn ne dayikên Kurd ne jî yên Tirk, azaran nekêşin, ne termen zarokan, lê paşerojek pîroz bo wan bibînin. Rêka baş, rêka aştiyê ye. Desthilatdar, sîyaseta xwe ser kuştinan û xûnê, avadike. Bila bizanîn ev dayikene, dê demokrasiye bînîn vî welatî. Dayikên me, dê encam de, vî welatî bigûhêrîn.