Sê welatiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bidarvekirin

Hefteya derbasbûyî rêxistinên Mafên Mirovan ragihandin, ku bêtirî 100 zindaniyên Kurd, di zindanên Hikûmeta Îranê de, di bin gefa bidarvekirinê de ne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Bi tometa bazirganîkirin bi maddeyên hişbir û encamdana tawana kuştinê, sê welatiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Îranê ve hatin bidarvekirin.

Duh welatiyekî bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê, di zindana navendî ya wî bajarî de hat bidarvekirin.

Di dema du rojên derbasbûyî de jî, du welatiyên din ên Kurd, di zindanên herdu bajarên Esfehan û Meraxe de, hatin bidarvekirin.

Li gorî zanyariyên Navenda Hengaw ji bo Pirsên Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, Mewlûd Şahisênî bi tometa bazirganîkiirnê bi madeyên hişbir û Erselan Şîranî û Kuruş Bêhzadyan bi tometa encamdana tawana kuştinê, hatin bidarvekirin.

Hefteya derbasbûyî rêxistinên Mafên Mirovan ragihandin, ku bêtirî 100 zindaniyên Kurd, di zindanên Hikûmeta Îranê de, di bin gefa bidarvekirinê de ne.

N.O