Li Ehwaza Îranê êrîş li numyişa leşkerî hate kirin

Telefizyona fermî ya Îranî ragihand, li bajarê Ehwaz ê li başûrê Îranê, dema numayişkirineke leşkerî birêve diçe, êrîşeke “teroristî” hate kirin û hejmarek ji leşkeran hatin kuştî û birîndarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Telefizyona fermî ya Îranî ragihand, li bajarê Ehwaz ê li başûrê Îranê, dema numayişkirineke leşkerî birêve diçe, êrîşeke “teroristî” hate kirin û hejmarek ji leşkeran hatin kuştî û birîndarkirin.

Li gor zanyariyên ajansa “ISNA” a Îranî, heyama 10 xulekan teqe berdewam bû û êrîşberan cilên leşkerî lixwe kiribûn.

Supaya Pasdarên Îranê Tevgera Niştimanî ya Rizgarkirina Ehawzê ya Erebî bi encamdana wê êrîşê tomebar dike û dibêje Siûdiye jî li pişt e.

Li gor zanyariyan, di encama êrîşê de 8 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûne.

Hat ragihandin jî, piştî êrîşa li Ehwazê, Serokê Îranê Hesen Rûhanî ku beşdarî numaşkirina leşkerî li Tehranê bûbû, ji cihê numaşê derket.   

 

 

S. B